Bejna te zirav e
Rîhana bi av e
Işqa te agir e
Va ez ketim nav e
.........................
Te dibînim li tarê
Wa gula buharê
Hêstir têne xwarê
Ta roj diçê ava
...........................
Di xew de dibînim
Go te ji xwe re tînim
Bo te har û dînim
Gewrê ne ji neha ve
.............................
Ez li bendî te ma me
Bi gorî wan çava me
Tu zanî ez çawa me
Go dıbînim wa çava
..................................
Gotin û Awaz : Seîd Yûsiv