Gul çû nav gula
Gul çû nav gula
Bi rengê sor, jê bihna xweş tê
Çav kaniya kila
Wey Xwedê te ji bo min hiştê
Por li ser mila
Wek Mara,palda ne l' ser piştê
Gul sebra dila
Ma bê wê,çi bikim ji bihuştê
..........................................
Ewe gul perî
Tim l' hember çav,wê dibînê
Bê çeng û perî
Dil difirê, ji işq û evînê
Divim tu werî
Li ser textê dil rûnê Zînê
Xweş veke derî
Ta sax bim ,wê dil te hilînê
.........................................
Cejn û seyran e
Gul ya mi' bê,mi' tiştek navê
Çendî ciwan e
Şekir dirjê û dikê silavê
Bo min jiyan e
Yara delal,bejin lav lavê
Bo dil derman e
Nikarim jê dûr bim yek gavê
.............................................
Gotin : Seîd Yûsiv
Awaz : Zoro Seîd Yûsiv