Zerî
Kî heye li gundê me zerî
Ji te pêve wey gul perî
Divim her dem tu li ba min bî
Yek kêlîkê ji ba min nerî
.......................................
Divim her tu li ber çava bî
Herî û werî û rûnî û rabî
Dilê min, her bi te şa bî
Şêrim dema tu li hemberî
......................................
Tu hêja yî malê dinê
Bejin ji taya sosinê
Sorgula li ber bihna minê
Te dikim tac û didim serî
......................................
Bê te nakim xewa şeva
Her şev jî halê min eve
Agirek, bi dil dikeve
Bi hêvî me , go tu werî
.......................................
Gotin : Seîd Yûsiv
Awaz : Zoro Seîd Yûsiv