Tava heyvê
Gewrê çû bû kanî yê Tava heyvê
Mi' xwe berda,çûm pêşî yê Tava heyvê
Maçek da min ji anî yê Tava heyvê
.....................................
Gewrê çû bû avê yo Tava heyvê
Ez çûme pêşiya wê yo Tava heyvê
Maçek da min ji lêvê yo Tava heyvê
...................................
Gewrê çû bû qirşika Tava heyvê
Civanê yara xweşike Tava heyvê
Mi' dest danî ser memika Tava heyvê
..................................
Gewrê çû bû kerenga Tava heyvê
Çûm civanê bê deng e Tava heyvê
Maçek wê da min hinga Tava heyvê
................................
Gewrê çû bû seyranê Tava heyvê
Çûme pêşiya wê canê Tava heyvê
Soz da min bi ramûsanê Tava heyvê
..............................................................................
Gotin : Seîd Yûsiv
Awaz : Zoro Seîd Yûsiv