Ez ne dînim
Go tu min ji rê bibê
Mi' bi xapînî
Tu çi bêjê ,ez bê libê
Xewa nakim
Ranazim heta sibê
Nema divim
Dil êsîrê bejna te bê
.................................
Pir xerabe
Go dil bikê qîr û gazî
Çendî bihelê
Ji bo te, û te bixwazî
Bese îdî
Ew bijî bi belengazî
Go di evîna te de
Dilê'm sed perçe bê
..................................
Ez hew xewna dibînim
Li min tobe ye
Bê îmanê
Dîn û bextê te tune ye
Jiyana di evîna te de
Bê feyde ye
Ji kû mi' zanî bû
Wê wilo bi serê min bê
........................................................
Gotin : Seîd Yûsiv
Awaz : Zoro Seîd Yûsiv