Bêrîvan
Hatim nav bêrîvana
Bêrîvan Bêrîvan
Hatim, bikim seyran e
Û jê bistînim ramûsan
................................
Hatim pêşya bêrîyê
Ji bo dîtna zerî yê
Bayê fetlê kezî yê
Ji mi re kirin nîşan
................................
Bera carek bi gota
Ev ramûsanek ji bo te
Bera hew dil bi sota
Bi gorî wê dil û can
...............................
Çi xweş e bêrîvanî
Li çolê û vî zemanî
Keç hemî bên xuyanî
Û yekê dabê te civan
................................
Gotin û Awaz : Seîd Yûsiv