Zengilê aştiyê
Em Kurdin ser bilindin
Şikir ji Xweda em da ne
Ji mileta,em mêr û merdin
Ji bav û kala em xwiya ne
Ji bo welat mûm û findin
Em neviyê Kawa ne
Ala rengî bilind hildin
Kurdistan yan neman e
........................................
Em aştiyê dixwazin
Me navê her birijê xwîn
Bela ji me nekin gazin
Em welat nadin bi Hind û Çîn
Heger nevin em rehet razin
Û dilê me bikin xemgîn
Em ji wan re teyrê Baz in
Yek ji me Selah Eldîn
..........................................
Kurdistanê ciwanê
Me ji xwe re , te kir nîşan
Tû yî bûka cîhanê
Xweda biparêzê ji çavan
Emê dakevin meydanê
Û bikin yek her çar perçan
Emê bêjin bi her zimanî
Bijî bijî Kurdistan
............................................
Gotin : Zoro Seîd Yûsiv
Awaz : Zoro Seîd Yûsiv