Destpêk
H. Seîd Yûsiv

Malpera Zoro

Wêne

 

Kurte Jîyan

Di sala 1947'an de li Qamişlo hatime dinê.

Di destpêka 1965'an de hînê tembûrê bûm.

Di dawetan de hatim nas kirin û di sala 1967'an de çûm Beyrûtê.

Li wir min çar Kasêt yên kurdî tomar kirin.

Di sala 1968'an de çûm Bexdayê, di Radyoya Bexdayê de xebitîm.

Stranên min bi dengê min di radyoyê de lê ket.

Wê wextê ,di Radyoya Bexdayê de  Mihemed  Arif Cizrawî , Isa Berwarî

 , Elî Merdan , Gulbehar û Tehsîn Taha dixebitîn.

Di 1969'an de zewicîm, bi navê  Zoro , Awaz , Sozdil , Sorgul , Şepal ,

 Şahî , Xunav , Gulav , Nêrgiz , Lawîn , Zarokên min hene.

Di sala 1970'an de li Beyrûtê ,min grûpekî hunerî damezirand bi

 alîkarîya kurdên Lubnanê.

Ev Grûp ji 45 kesan ava bûbû.

Di nav wan de  Mehmûd Ezîz , Mihemed Şêxo , Şêrîn , Elî Ehmed 

 hebûn.

Bi vî grûpî re konsera yekemin me çêkir û gelek nav da. Navê grûpê

 Newroz bû, paşî ev grûp navê komela girt.

Piştî sala 1972'an ,me du konserên mezin çêkirin. Di van koneseran de

 . Mihemed Arif Cizrawî , Isa Berwarî , Gulbehar tevlî bûn.

Di sala 1973'an de Unesco min dawet kir, û bi vî hawa yî ez li dinyayê

 gerîyam .

Li gelek welatan bi serê xwe derketim konseran.

Min gelek stranan bi erebî jî çêkir, ji bo hunermendên ereb,wekî

 Semîra Tewfîq , Suat Tewfîq.

Min heft stranên kurdî dane hunermendek Fransîz bi navê  Cani Oben.

Heta neha 25 kasêtê bi kurdî ,bi awaz û gotinên min tomar bûne.

Kasêta min dawî bi navê ( Can da ) derket.

Gelek stranên min hunermendan bê destûr xwendine û navê min jî ne

 nivîsandine .

Mın gelek xelatan jı kurdan û ji dunyayê girtine , wekî ya Unesco û li

 Upsala komela Çand û hunerê Peykereke min çêkirin.

Min gelek stranan çêkirine ji hunermendên kurdan re wekî , Şêrîn ,

 Sêvê , Awaz , Gulbehar .

 

Startseite
   
Conter